Brîtanya: Em deyndarê Kurdan in

Wezîrê Bergiriya Brîtanyayê Gavin Williamson ragihand ku welatê wan deyndarê hêzên Kurd e û divê piştgiriya bo Kurdan li Sûriyê berdewam bike.

15 Çile 2019

Peyamnêrê CNNê Ryan Browne, ragihand ku Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson gotiye, “Welatê me deyndarê hêzên Kurd û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) e” û ew ji bo piştevaniya wan ligel Fransa û Amerîkayê di nav danûstandinê de ne.