Akar: Minbic û Rojhilata Firatê li ber me ne

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar li gel çend berpirsên pilebilind serdana serbazên xwe li ser sînorê Sûriyê kir.

11 Çile 2019

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar û fermandeyê hêzên bejayî yê Artêşa Tirkiyê serdana yekîneyên xwe yên serbazî li ser sînorê Sûriyê kir.

Hat ragihandin ku Akar li ser sînor ragihandiye ku, amdekariyên wan bo operasyona Minbicê û operasyona rojhilata Firatê berdewam in.

 Akar di daxuyaniya xwe de got ku, ew ê wekî operasyonên berî niha pêkanîne terorîstan di xendeqan de veşêrin.

Herwiha di dawiya axaftina xwe de Wezîrê Berevaniya Tirkiyê wiha got: “Armanca me tenê terorîst in. Hemû kesên xwedî aqil baş dizanin ku tu pirsgirêka me bi birayên me yên Kurd re tune ye. Em bi wan re weke goşt û neynûkê ne.