Artêşa Sûriyê kete Minbicê!

Artêşa Sûriyê îro Înê 28ê Kanûna 2018 derbasî nav bajarê Minbicê bû û ala Sûriyê li navenda bajêr bilind kir.

28 Kanûn 2018

Artêşa Sûriyê li ser daxwaza YPGê ketiye bajarê Minbicê û ala Sûriyê hildaye.

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê de wisa hat gotin:
 “Artêşa Sûriyê ji bo serweriyê li her bihosteke erda Sûriyê pêk bîne, bersiva banga gel daye û bi erka xwe ya berpirsiyarane ketine bajarê Minbicê û ala xwe hildaye.”

 

Di berdewama daxuyaniyê de tê diyarkirin, “Em rola hemû zarokên welat a ji bo dabînkirina serweriya netewî, bi girîngî dinirxînin.”