Erdogan: Ez ê pirsa Minbicê bi Trumpî re gotûbêj bikim

Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan ragihand ku, di lutkeya G20 de ew ê pirsa Minbicê bi Serokê Amerîkayê Donald Trumpî re gotûbêj bike.

29 Mijdar 2018

Berî niha Serokatiya Tirkiyê ragihandibû ku, biryar e di çarçoveya Lûtkeya G20 de Serokê Amerîkayê Donald Trump ligel Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan hevdîtinekê pêkbîne.

Biryar e sibe roja Înê lutkeya G20 li Buenos Airesa paytexta Arjantinê bi beşdariya serkirdeyên 20 welatên herî bihêz di aboriya xwe de dest pê bike.