Neteweyên Yekbûyî di derbarê binpêkirinên beramber rojnamevanan de amareke metirsîdar belav kiriye û dibêje, ji sala 2016ê ve heta 2017ê li ser belavkirina nûçe û zanyariyan nêzîka 1010 rojnamevan li cîhanê hatine kuştin.
Neteweyên Yekbûyî ji wernegirtina tedbîrên pêwîst di derbarê binpêkirinan de nîgeran e û amaje bi wê yekê dike ku ti lêkolîneke pêwîst di derheqê piraniya binpêkirinan de nayê kirin û herwiha ji 10 rewşên kuştina rojnamevanan 9 rewş bêyî cezakirina tawanbaran bi dawî dibin.
Sekreterê Peyamnêrên Bêsînor, Christophe Deloire dibêje: “Divê em garantiyê bidin ku yasayên navdewletî tên cîbicîhkirin daku dewlet dijî parêzbendiya tawanên dijî rojnamevanan rawestin û tawanbaran ceza bikin. Ji her 10 rewşan, 10 rewş bi wî awayî ne ku encamderên tawanan nayên cezakirin û ev yek jî rê li ber kuştina rojnamevanan vedike.”
Lijneya Parastina Rojnamevanan jî dibêje, ku sala 2018ê bo rojnamevanan saleke metirsîdar bû û heta niha bi kêmanî 45 rojnamevan li cîhanê hatine kuştin.
Kuştina Rojnamevanan di 2018ê de li gor Lijneya Parastina Rojnamevanan:
– Efxanîstan 12 rojnamevan
– Sûriye 7 rojnamevan
– Meksîka 4 rojnamevan
– Amerîka 4 rojnamevan
– Hindistan, Yemen û Efrîqaya Naverast 3 rojnamevan
– Kolombiya û Îsraîl 2 rojnamevan
– Slovakya, Brezîlya, Siûdiye, Lîbya, Ukrayna û Tirkiye 1 rojnamevan

