Heşda Şeibî li Şingalê malên Kurdan vala dike

Hat ragihandin, ku çekdarên Ensar El-Hicce yên ser bi Seraya El-Selam ve ya Heşda Şeibî, li gundê Domîz li Şingalê, bîst malbatên Kurd neçar kirine, ku malên xwe vala bikin.

19 Cotmeh 2018

Herwiha hat diyarkirin, ku ew hêzana wan malbatan neçar dikin ku ber bi navenda Şingalê û Kampa Serdeşt ve biçin, ku li ser çiyayê Şingalê hatiye vekirin.

Hevdem çekdarên ser bi Heşdê ve, sîh malbatên din jî li wê navçeyê haydar kirine, ku malên xwe vala bikin.