Malpera fermî ya YNKê nûçeya daxuyaniya berdevkê YNKê Seidî Pîre derbarê red kirina encamên helbijartinan jinav bir.
Serokê lîsta YNKê bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê qebûl kirin û redkirina encamên helbijartinan ji media partiya xwe re got ku, hêj gelekî zû ye helwesteke derbarê encamên helbijartinan bistînin.
Talebanî got:“Me negotiye em dê encamên hilbijartinê red bikin, lê tîmeke YNK gîliyên xwe tomar kiriye û divê rêge bê dayîn ku ew prose bidawî bibe.”
Derbarê daxuyaniya Seidî Ehmed Pîre de Talebanî got ku mebesta wî eger di proseya hilbijartinan de sextekarî zêde be ew dê encaman qebûl nekin.

