Li Silêmaniyê êrîş li ser tîma Kurdistan TV hat kirin!

Li Silêmaniyê ji aliyê hêzeke taybet a bajarê Silêmaniyê ve êrîş li nûçegehan û tîma kanala Kurdistan TV hat kirin û tiştên wan ên rojnamevanî ji wan hatin standin.

28 Îlon 2018

Kurdistan TV bi nûçeyek lezgîn ve ragehand, ku ji aliyê hêzeke taybet ve li bajarê Silêmaniyê êrîş li ser nûçegehan û tîma kanala wan hatiye kirin û tiştên wan ên rojnamevanî ji wan hatine standin.

Li gor zanyariyan, ew hêza taybet heta niha dest bi ser beşek ji tiştên rojnamevanî yên tîma Kurdistan TV de girtiye û heqaret li wan kirine.