Li Mexmûrê 3 çekdarên DAIŞî hatin kuştin

Li derdora bajarokê Mexmûr yê Başûrê Kurdistanê 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

27 Îlon 2018

Fermandeyê hêzên Pêşmerge li Mexmûrê, Sîrwan Barzanî got, îro danê sibê firokeyên hêzên hevpeyman çeperên DAIŞê yên li çiyayê Qereçox yê Mexmûrê dan ber bombeyan.

Sîrwan Barzanî daye zanîn, firokeyan 27 bombe li 20 çeper û cihên ku dihat texmînkirin çekdarên DAIŞê lê hebin, dan. Di encamê de 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.