Li Kerkûkê teqîn!

Rêveberê Asayîşa Kerkûkê ragihand, ku li pêşiya baregaha Hizba Deiwe ya Iraqê teqînek çêbû.

20 Îlon 2018

Rêveberê Asayîşa Kerkûkê Emîd Îdrîs Rif’et ragihand, ku îşev li kolana Tis’în a bajarê Kerkukê teqînek çêbû.

 

Emîd Îdrîs Rif’et got: “Teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî li pêşiya avahiya Hizba Deiwe ya Iraqê çêbû.”

 

Li gorî zanyariyên destpêkê di teqînê de 3 kes birîndar bûne.

teqin-2.jpg