Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders berdewamiya girtina keşe Brunson şermezar kir û daxwaza azadkirina wî di zûtirîn demê de kir. Amaje bi wê yekê kir ku, Serok Trump pirr cidî ye û dixwaze di zûtirîn demê de Brunson were serbest berdan.
Amerîka: Heke Brunson neyê berdan cezayên nû wê bisepînin
Berdevka Koşka Spî ragihand, heke Keşe Brunson neyê azadkirin dê mueyîdeyên zêdetir li ser Tirkiyê bisepînin.

