HRW: Li Tirkiyê Rewşa Awarte dê dewam bike

Rewangeha Mafên Mirovan (HRW) ku navenda wê li Amerîkayê ye ragihand ku li Tirkiyê Rewşa Awarte (OHAL) dê bi awayekî fîîlî berdewam bike.

21 Tîrmeh 2018

Dîrektorê Ewropa û Asya Navîn Hugh Williamson  got, “Bidawîhatina Rewşa Awarte (OHAL) divê nîşaneke erênî bûya lê ji pêşnûmayên nû diyar dibe ku hikûmet tenê weke nav Rewşa Awarte bi dawî dike.”

Williamson got ku divê hikûmet wê pêşnûmaya qanûnê paş ve bikişîne û mafên mirovan û serdestiya hiqûqê bicî bike.