Cihadîstên Tirkiyeyê li Cindirêsê malên kurdan talan kirin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li navçeya Cindirês ya Efrînê bi ser gelek malan de girt û gelek malên welatiyên Kurd talan kirin.

20 Tîrmeh 2018

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, çekdarên ser bi Tirkiyê ve li navçeya Cindirês a Efrînê bi ser gelek malên welatiyên Kurd de girt û malên wan talankirin.

Hat gotin ku wan çekdaran îşkence û heqaret li welatiyên Kurd kirine ku jin jî di nav de hene.

Tê ragihandin ku heta niha 50 jinên Efrînî di zîndanên çekdarên ser bi Tirkiyê ve tên girtin.