Trump: Bernedana Andrew Brunson Rûreşî Ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump, ser bernedana Keşayê Amerîkî Andrew Brunson ji Twitterê got ev ‘’rûreşî’’ ye.

19 Tîrmeh 2018

Trump, li ser hesaba xwe ya Twitterê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan etîket kir û dîyar kir ku ‘’Erdogan, bo serbestbûna Brunson divê tiştekî bike’’

Trump da zanîn ku Brunson ji demeke dirêj ve ‘’dîlgirtî’’ ye, wî tiştekî şaş nekiriye û malbata wî li benda wî ye.

Brunson, di Cotmeha 2016’an de bi tawana “endamtiya Rêxistina Terorî ya Fetullah Gulen” hatibû girtin û dadgeha Tirk do Çarşemê biryar dabû ku girtîbûna wî bidome.

(Voa Kurdî)