Li Efrînê teqîn

Hat ragihandin ku li bajarê Efrînê îro danê nîvro teqîneke bihêz rû da.

21 Hezîran 2018

Li gor agahiyên hatine bidestxistin îro di saet 13.00an de li nêzî taxa Vêlat a Efrînê teqînekê rû daye.

Li gor K24ê di encama teqînê de hin avahiyên bajêr ziyan dîtine û agir bi zeviyên genim ketiye.

Heta niha di derbarê ziyanên canî de agahiyek nehatiye bidestxistin.