Rusya: Tevgera Tirkiyeyê neyê pêşbînîkirin

Serokê Komîteya Têkiliyên Navneteweyî ya Konseya Federal a Rûsyayê Konstantîn Kosaçev bersîv da Mevlut Çavûşoglû ku welatên Ewropayê bi `jibîrkirina Kirimê` tawanbar kiribû û gotibû ku `Ji aliyê Rûsyayê ve îlheqa Kirimê nenasin`

8 Hezîran 2018

Konstantîn Kosaçev  destnîşan kir ku ew daxuyanî xizmeta başkirina têkiliyên Moskow û Enqereyê nake û got: 

“Têkilî pêwist e bi konjûktûra derve re girêdayî nebin û li ser esasê berjewendiyên neteweyî yên herdu welatan bin.”

 

Çavûşoglû welatên Ewropayê bi `jibîrkirina Kirimê` tawanbar kiribû û careke din destnîşan kiribû ku Enqere bi Rûsyayê ve girêdayîna Kirimê nas nake.

Konstantîn Kosaçev li ser wê daxuyaniyê dîyar kir ku `Tirkiye ji ber du mijaran di bin guşara Rojava de ye: Pêwistiya li welêt pêkanîna reformên sîyasî û tevgerên li hember kurdan li Sûriyeyê. Em wisa dihesibînin ku daxuyaniya wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê ji ber wan guşaran manewraya ku bala Rojava bikşîne li ser Rûsyayê ye.