Li Kerkûkê teqîn

Hat ragihandin ku li bajarê Kerkûkê, ji ber teqîna bombeyeke vedayî herî kêm 3 kesan canê xwe ji dest daye.

12 Gulan 2018

Li gor malperên Iraqê ku ji jêderên ewlehiyê belav kirine, riyên di navbera hejmarek gundên ser bi qezaya Hewîce bi bombeyan hatibûn çandin, ji bo ku rê li xelkê were girtin û neçin û beşdarî proseya dengdanên nebin.

Hat ragihandin, hêzên polîsê dest bi pûçkirina wan bombeyan kirin, lê dema dengdanên ber bi dawiyê ve diçe.

Ev di demekê de ye, îro çekdarên DAIŞê 2 li parêzgehên Kerkûk û Diyala êrîşî ser hêzên Iraqî û Heşda Şeibî kirin.