Tirkiye: Kurdistan tune!

Parlamenterê AKPê û endamê Komeleya Parlementerî ya Yekîtiya ji bo Deryaya Spî Ali Ercoskun doh li navenda encûmena parlementeran got: "dewletek bi navê Kurdistanê tune û kurd jî beşek ji gelê tirk in."

30 Nîsan 2018

Li gorî nûçeya el Ehramê, Ercoskunî gotiye, “dewleteke bi navê Kurdistanê tune û kurd beşek ji gelê tirk in û li ser erda Tirkiyeyê û hinek dewletên din dijîn.”

Di nûçeyê de tê gotin ku hinek endamên parlementoyê beşdar, êrîşkariyên hêzên Tirkiyeyê yên lli Sûriyeyê dagirker li ser kurdan şermezar kiribûn.