Efrîn/ 11 kurdên êzidî hatin revandin

Hat ragihandin ku çekdaran bi ser gundê Qetmê yê Efrînê de girtiye û 11 kurdên êzidî ji wî gundî revandine û ber bi cihekî nediyar ve birine.

27 Nîsan 2018

Li gor nûçeya Sputnikê ku dispêre Afrîn Media Centerê, grubeke komên çekdar bi deh otombîlan bi ser gundê Qetmê yê ser bi Efrînê ve girtiye 11 kurdên êzdî hatine revandin û ew ber bi cihekî nediyar ve birine.

Li gor nûçeyê navê êzidiyên hatine revandin wiha ye:

Hec Ehmed Hemo (70 salî), Hisên Îbo temen (70), Aza Birîm, Hemîd Qasim, Ednan Qasim, Nidal Qasim û kurê wî yê temen 15 salî, Fewzî Mihemed Şemo û 2 kurên xwe yên temen 15 û16 salî û Eymen Hemade.