Firokeyên Tirkiyê Pişder bi tundî bordûman kir

Îro, careke din firokeyên Tirkiyê her yek ji gundên Sure dê, Bokrîskan û Şaroş yên ser bi bajarokê Sengeser ve û çendîn gundên din yên devera Pişder bi tundî borduman kirin.

25 Nîsan 2018

Firokeyên Tirkiyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê ew navçeyan bordûman kirin.

Heya niha jî zanyarî derbarê ziyanên canî û madî yên wê bordûmanê eşkere nebûne.

Li gorî yasayên navdewletî derbaskirina ezmanên welatan û şikandina serweriya wan welatan, wan yasayan binpê dike.