Tîma lêkolîna çekê kîmyewî geheşt Sûriyê!

Tîmeke navnetewî bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyayî li bajarê Dumayê geheşte Sûriyê.

15 Nîsan 2018

Li gor nûçeya malpera RT a Rûsî ew tîm ser bi rêxistina qedexekirina çekên kîmyayî ye û îro 15.04.2018ê piştî ku geheşt Sûriyê li gel berpirsên hikûmetê û ewlehiyê yên rejîma Sûriyê civiya ye.

Biryare ew tîm sibê 16.04.2018ê biçe bajarê Dumayê û lêkolînan li ser egera bikaranîna çekên kîmyayî li wî bajarî pêkbîne û heta roja çarşemê jî raportekê bo Netewên Yekbûyî amade bike.