Trump cardin got: “Em dixwazin ji Sûriyê vekişin”

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dixwaze ji Sûriyê vekişe lewra mayîna li wir gelekî bimesref e.

3 Nîsan 2018

Trump li ser mayîna eskerên Amerîkayê li Sûriyê daxuyaniyeke nû da.

Trump diyar kir ku wextê vegera malê hatiye û dixwaze eskerên Amerîkayê vegerin: “Eger Erebistana Siûdiyê bixwaze em li wir bimînin divî mesrefan bide. Ezê ji bo vekişînê bi wezîrê berevaniyê re biaxivim.”