ASAyê Mizgefta Seleheddîn Eyyûbî wêran kir

Hate ragihandin çendîn cihên olî bi sedema bordûman û topbarana artêşa Tirkiyê li Efrînê ziyan dîtine û yek ji wan cihên ziyan dîtine, mizgefta Selaheddînê Eyûbî ye.

20 Adar 2018

Ajansa Hawar  ragihand, ku “Mizgefta Selahedînê Eyûbî, li navçeya Cindirêsê

ya ser bi Efrînê ve, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye bordûmankirin û di encama wê de,

ziyaneke mezin li mizgeftê bûye û beşek ji Quran û kitêbên olî ketine jêr dar û keviran“.

Mizgefta Selahedînê Eyûbî li Efrînê, yek ji mizgeftên kevin yên bajarokê Cindirêsê ye û

di sala 1961ê de hatiye avakirin.