Ji Şamê bo Tirkiyeyê: Derhal derkevin!

Wezareta Derve ya Sûriyeyê operasyona destwerdana Efrînê wekî binpêkirina prensîbên Neteweyên Yekbûyî binav kir û xwest, Tirkiye derhal hêzên xwe ji nav erda Sûriyeyê vekişîne.

19 Adar 2018

Wezareta Derve ya Sûriyeyê ragihand ku operasyona dijî Efrînê ya wek ‘Çiqlê Zeytûnê’ bi nav kiriye û kontrolkirina bajarê Efrînê prensîbên NYyê binpê dike.

‘BILA DERHAL JI XAKA SÛRIYÊ YA DAGIRKIRINE DERKEVIN’

Hikûmeta Sûriyeyê hebûna hêzên artêşa Tirkiyeyê li herêma Efrînê wekî ‘nemeşrû’ pênase kir û xwest, ‘hêzên dagirker demûdest ji nav xaka Sûriyeyê ya dagir kirine derkevin.”

Agahî tên…