Hejmara şehîdên Efrînê gihişt 207an

Civata tenduristî ya Kantona Efrînê di kongreyek rojnamevanî de eşkere kir ku, ji destpêka Operasyona ser Efrînê û heta niha 207welatiyên sivîl şehîd ketin e, ku jin û zarok jî di nav wan de hene.

2 Adar 2018

Hevseroka Civata tenduristî ya Kantona Efrînê Encîla Reşo got ku, ji 20ê  meha Çile  ve  602 welatî brîndar bûn e, ku di nava wan de73 zarok û 82 jin hene.

Reşo amaje bi wê yekê kir ku, tê pêşbînî kirin ku hejmara şehîdan zêde bibe, ji ber ku hejmarek term di jêr xaniyên rûxandî de man e.