Li Silêmanî Erdhej!

Kêlîkek berî niha erdhejek li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê çê bû. Ji ber erdhejê welatî tirsiyane û ji malên xwe derketine derve û daketine kolanan.

19 Sibat 2018

Li gorî zanyariyên destpêkê, erdhej li navçeyên Raniye, Qeladizê û deverên derdora wê çê bûye.

Herwiha li navçeyên Koye, Dokan û çend cihên din ên Silêmaniyê jî hest pê hatiye kirin.