HRRK ber bi Efrînê ve bi rê ket

Şandeke ji Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK bo piştgiriya berxwedana Efrînê ber bi Efrînê ve bi rê ket.

5 Sibat 2018

Nivîskar Helîm Yusiv li ser hesaba xwe ya li facebookê ragihand şandeke ji HRRKê bo piştgiriyê bide berxwedana li dijî êrîşên Tirkiyeyê diçe Efrînê.

Helîm Yusiv got:

“HRRK ber bi Efrînê ve birêket.
Ji bo piştgiriya berxwedana dijî Barbarên Tirk û dûvikên wan, hejmarek ji birêveberên hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK ber bi Efrîna çavkesk ve birêketin.
Efrîn serbilinde û wê serbilind bimîne.”