Nexweşxaneya Efrînê: Alav û derman li ber xelasbûnê ne!

Gerînendeyê nexweşxaneya herî mezin ya Efrînê Xelîl Sebrî ragihand ku, derman û alavên tibî li ber xelasbûnê ne.

1 Sibat 2018

Gerînendeyê nexeweşxaneya herî mezin ya Efrînê Xelîl Sebrî civîneke çapemeniyê li darxist û ragihand ku, alavên tibî ên li nexweşxaneyên li ber xelasbûnê ye.

Li gor nûçeya Reutersê Sebrî weha gotiye: “Em ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin ku dawiya li êrîşkariya Tirkiyê bîne. Rewşa tibî ya li Efrînê her ku diçe xerabtir dibe û alavên tibî li ber xelasbûnê ne.”