PAK:”Em Komkujiya Meraşê rûreş dikin”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyeke nivîskî, Komkujiya Meraşê ya ku di sala 1978an de li bajarê Meraşê yê Bakurê Kurdistanê li dijî kurdên elewî pêk hatî bibîranî û vê komkujiyê şermezar kir.

21 Kanûn 2017

Di peyama bi nivîskî hate gotin:

“Em Qetlîama Meraşê Rûreş Dikin

39 Sal berê,di sala 1978an, di navbera rojên 19 û 25ê çileya pêşîn de, li bajarê Meraşa Bakurê Kurdistanê qetlîamek li dijî xuşk û birayên me yên Kurdên Elewî hate li dar xistin.Ev qetlîama ji alîyê hêzên veşartî û yên aşkere yên nîjadperest û faşîst yên Dewleta Tirkîyê ve hatibû organîze kirin û li dar xistin.Di vê qetlîamê de 111 Kurdên Elewî hatin qetil kirin 1500 Elewî jî birîndar bûn.

Di 39emîn salvegera Qetlîama Meraşê de, em vê qetlîamê û qesasên wê rûreş dikin. Em hemû qurbanîyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin.” 

21.12.2017

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê