Li Helebceyê erdhejeke nû!

Hate ragihandin li Başûrê Kurdistanê Îro demjimêr 17:10an de bi 5.3 pile Rîxterê erdhêjek rû da. Dan zanîn navenda erdhêjê Helebceyê û erdhej li Silêmanî û Hewlêrê jî hate pêhesîn.

11 Kanûn 2017

Li gor zanyariyan, tundiya wê erdhejê 5.3 pile Rîxterê bûye û navenda erdhejê li parêzgeha Helebceyê bûye.

Erdhej, li parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê jî hate pêhesîn.