Parlameniya Leyla Zana hate betalkirin!

Lijneya Têkel a Parlamentoya Tirkiyeyê ji ber berdewamnekeriya Zana bo xebatên meclîsê biryara betalkirina wê da.

21 Mijdar 2017

Ev biryar, dê biçe TBMMê û di Lijneya Giştî ya Meclîsê de were dengdanê.

Parlamena HDPyî Meral Danış Beştaş, bale kişand ku di makezagonê de li ser berdewamnekeriya wekîlan tu babet tune û rastî ev e ku parlameniya Zana ne ji ber berdewamî lê çima ku li şûna ‘mileta tirk’ gotibû ‘mileta tirkiyeyê’ hate betalkirin.