Barzanî: ”Beyanên wan yên di derbarê azadî û demokrasîyê de bê bingeh in”

Divê miletên di bin zulmê de, tenê pişta xwe bi xwe girê bidin.

11 Mijdar 2017

Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de digel kanala CNN got ku, bi çekên Amerîka û Hevpeymanan êrîşî Kurdistanê kirin, û lê ew bêdeng man.

Barzanî destnîşan kir û got ku, beyan û bangên civaka navdewletî di derbarê azadî û demokrasîyê de bê bingeh in. Derket ortê ku, herêma Kurdistanê bi tenê ye. Û divê miletên di bin zulmê de, tenê pişta xwe bi xwe girê bidin.