Ji bo hemû wezîrên Katalonyayê fermana girtinê

Dadgeha dewletî ya Îspanyayê fermana girtina hemû wezîrên herêma Katalonyayê da.

3 Mijdar 2017

Dadgeha dewletî ya Îspanyayê derheqê serokwezîrê hukumeta Katalonyayê Carles Puigdemontî û hemû wezîrên wî fermana girtina wan da.

Weke tê zanîn herêma Katalonyayê piştî di 1.ê Cotmehê de referendûma serxwebûnê pêk anîbû, li gorî encama referendûmê serxwebûna xwe îlan kiribû û hikûmeta navendî ya Îspanyayê ev biryar neqanûnî îlan kiribû û hikûmet û parlamentoya Katalonyayê fesih kiribû.