Hêzên Iraqê êrişeke berfireh bo ser Kerkûkê û navçeyên derdora Kerkûkê dest pê kirine

Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand

16 Cotmeh 2017

Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Ji danê sibê ya îro 16-10-2017ê ve hêzên Heşda Şeibî yên ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve bi fermandariya Iqbalpûr û bi hevkariya hêzên Iraqê êrişeke berfireh bo ser Kerkûkê û navçeyên derdora Kerkûkê dest pê kirine. Ev êriş bi aşkere ragihandina şer e li dijî gelê Kurdistanê.”

Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge herwiha dibêje:

“Ev êriş ku ji aliyê hikûmeta Iraqê û Heşd û hêzên ser bi Biryargeha Quds a Supaya Pasdaran hatiye encamdan, tolhildan e ji xelkê Kurdistanê ku daxwaza azadiyê kirine û tolhildane ji xelkê serbilindê Kerkûkê ku helwesteke mêranî nîşan dan.”

“Hinek berpirsên YNKê alîgirê pîlangeriyê bûne”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Mixabin hinek berpirsên YNKê jî alîkarê wê pîlangêriya li dijî gelê Kurdistanê bûne û xiyaneteke mezin û dîrokî li Kurdistanê û wan şehîdan kirine, ku di bin ala YNKê de canê xwe fîdayê Kurdistanê kirine, ew çend berpirs hinek cihên hesas bêyî şer ji hêzên Heşd û Supaya Pasdaran a Îranî re vala kirine û kek Kosret bi tenê hîştine.

Em ji hemû aliyan re radigihînin ku ew êrişa Heşd û hêzên iraqî bi çek û wesayitên zirhî û tankên Abrahams ên amerîkî û çekên din ên Hevpeymanan encam dane, ew çekên amerîkî demek e ku di jêr navê şerê DAIŞê de bi artêşa Iraqê û Heşdê tên dan, ew di demekê de bû ku di şerê DAIŞê de. Ji bo şer û berevaniya li hember terorîstan çekên pêwîst bi pêşmerge nehat dan.”

 

“Hikûmeta Ebadî dê baca vê zulmê bide”

 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge di berdewama daxuyaniya xwe de dibêje: “Em li vir gelê Kurdistanê piştrast dikin ku zêdebarî hebûna nepakiya hinek berpirsan û pîlangêriya hikûmeta Iraqê û Supaya Pasdaran, lê belê Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê bi moralekî bilind ve li hemû cihan berevaniyeke qehremanane dike û em tekezî jî dikin, ku ne mumkin e ku pîlangêrî îradeya gelê Kurdistanê têk bişkîne û em rê bidin neyarên gelê Kurdistanê serbikevin.

Em daxwazê ji hemû pêşmergeyên rasteqîne yên gel, welat û cemawerê berxwedêr dikin, ku tişta ji destê wan bê ji bo berevaniyê û têkbirina êrîşan bikin.

Berpirsê yekem ê şerfirotiha gelê Kurdistanê hikûmeta Ebadî ye û divê bi giranî baca vê zulmê bide.” rûdaw