|
Di 10.06.2017 li Selaheddînê bi mebesta nirxandina biryara diyarkirina roja birêveçûna referandûmê li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û her wiha danustandina bîr û ramanên di derbarê proseya siyasiya Herêma Kurdistanê, 19 nûner û berpirsên bilindên partî û aliyên siyasiyên derveyê Parlemen li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê civiyan. Di vê civînê de amadebûyan piştî guftûgoyekî têr û tije û li ber çav girtina rewşa navdewletî û wan qurbanîdan û ezmûnên gelê Kurdistanê li xebata xwe da hebuye, bi tevahî piştgîriya xwe ji bo proseya referandûm û biryara diyarkirina 25 Îlona 2017 ya referandûmê ragihand. Partiyên beşdarbuyên civînê tekez li wê yekê kirin ku hemû şiyanên xwe ji bo serxistina referandûmê dixineger, daxwaz jî kirin ku nûnerên wan û rola wan li komîte û karubarên birêveçûna referandûmê de hebe. Serokê Herêma Kurdistanê jî wê yekê ji bo amadebûyên civînê ronahî kir ku biryara birêveçûna referandûmê babetekî dîrokî û yek alîbûnê ye û peywîste bi jiyana take kesê xelkê Kurdistanê ve û hêvî jî xwest hemû aliyek bi awayeke girseyî ve beşdar bibin. Partîyên ku bêşdarî civînê bûne ev in – Yekîtiya Neteweyî ya Demokrata Kurdistanê |
19 partî piştgirî dan referandûmê
19 nûner û berpirsên bilindên partî û aliyên siyasiyên derveyê Parlemen li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê civiyan.

