PAK-Katalonya roja 21ê Adarê li bajarê Bergê li avahiya Xaça Sor şeva Newrozê amade kir. Bajarê Bergê Kobanê wek bajarê biratiyê qebûl kiriye. Wek ku tê zanîn hejmara Kurdistaniyan li Katalonyayê li gor welatên din yên Ewrûpa gelek kêm e.
Beriya şevê PAK-Katalonya bi zimanê Katalonî di derheq Newrozê de belovokek belav kir. Di şevê de siyasetmedarên Katalonî û berpirsiyarê Xaça Sor axaftin kirin.



