‘Rojava’ bû ‘Bakurê Sûrîye’

Navê Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê hatiye guhertin û bûye Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê.

29 Kanûn 2016

Bi beşdarîya 165 endmên desteya Rêxistinî ya Encûmena Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokrat a Rojava-Bakurê Sûriyê, encûmen li Rimêlan duh sêşemiyê 27ê Kanûna 2016ê dest bi civînê kirîye da ku reşnivîsa hevpeymaniya civakî bipejirîne.

Li gor ANHAyê; Navê Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê hatiye guhertin û ‘Rojava’ jê derxistine û bûye Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê.