PAK Fehmî Demîr bibîr anî

“Em Fehmî Demîr di yekemîn salvegera wefata wî de, bi giramî bibîr tînin.”

25 Cotmeh 2016

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) serokê berê yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Fehmî Dermîr bibîr anî.

Serokê berê yê HAK-PARê Fehmî Demîr 25ê Cotmeha 2015ê li navçeya Tarsûsê di qeza trafîkê da jiyana xwe ji dest dabû.

PAKê Fehmî Demîr bibîr anî û got ku ew kadroyê kedkarê doza azadîya Kurdistanê bû kesekî welatperwer bû.

Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin: “Em Fehmî  Demîr di yekemîn salvegera wefata wî de, bi giramî bibîr tînin.”