Artêşa Tirkiyê ket nava axa Efrînê

Leşkerên Tirkiyê bi kûrbûna 700 metran daketina nava axa kantona Efrînê.

27 Gulan 2016

 

Leşkerên Tirkiyê bi kûrbûna 700 metran daketina nava axa Efrînê.

Li gor PUKmediayê hejmareke ji leşkerên Tirkiye tevî 2 tankan, li aliyê gundê Hemamê ya ser bi navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê, bi kûrehiya 700 metran derbasî nav sînor bûne û xalên kontirolê danîne.

Berê jî leşkerên Tirkiyê agir berdabûn zêwiyên devera Raco ya Efrînê û 7-8 hiktar ji zeviyên ku dar lê hatine çandin, şewitîndibûn..