Balafireke alman li Başûrê Fransayê ket

Balafira alman Airbus A320 ket

24 Adar 2015

Balafireke Germanwingsê li Başûrê Fransayê ket. Li gora agahiyan balafira vê sibehê saet di 9:00 de ji Barselonayê ber bi Dussldorfê kete rê, saet dora 10:32 de ji radarê wenda bû û paşê jî li ser çiyayê Alpê ket.

Tê ragihandin ku di balafirê de 148 rêwî hebûne û îhtimala ku kes sax filitîbe, pirr pirr kêm e.