Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Sîstema seroktîyê û helwesta Bizava Sîyasîya Bakurê Kurdistanê

A+A-

Her çiqas Tirkîyê eskerên xwe şandibin dervayî tixûbên xwe, bi firokeyên şer û tankan yekiniyên YPG û HSD bombebaran dike û yekser di nava şer da be jî, rojeva siyasî ya vî welatî bi gengeşîyên sîstema seroktîyê mijûl e.

Wekî têt zanîn, serokê Partîya Bizava Neteweperest (MHP)ê bi axaftinek xwe rojeve siyasî ya Tirkîyê guhert û rê li ber seroktîya R. Tayyip Erdogan vekir.

Piştê serokê partîya navborî ev "qencî" kir, nuha AKPê bi karekî sext li ser mijarê hûr dibe û dixwaze bi lezûbez pêşnûmayekê (proje) pêşkêşî pesendkirina serokê MHPê bike û paşê, bîne rojeva parlementê.

Ango, pêşnûmeya ku bêt parlementê dê piştê pesendkirina serokê MHPê be û dibetîyek pir mezin heye, ku parelement jî pesend bike.

Piştê pesendkirina parlementê, daku êdî rapirsîn (referandum) dikeve rojevê, têt gotin ku ev pêvejo, kêm zêde heta bihara sala têt dê encam bigre.

Ji gengeşîyên li ser mijarê, peywendîyên AKPê û MHPê û herweha ji hêz û helwesta Partîya Gel ya Komarî (CHP)ê dîyar e, ku ti asteng li ber amancê AKPê û R. Tayyip Erdogan nemane, eger weha here di hundirê salekê da sîstema Tirkîyê dê bi çend xalên makezagonê bêt guhertin û li Tirkîyê, rewşek nuh dê li ser erdê derkeve pêş.

Li beramberê vê rewşê pirs ev e, gelo Bizava Siyasîya Bakurê Kurdistan'ê pêwîstî bi kîjan biryar û helwestê heye? 

Ango, dewrûberên siyasî, grup û partîyên bakurê Kurdistan'ê pêwîstî bi helwest û biryarek çawa heye, reftarek çawa divê?

Ewil min divê ez bêjin, ku bi giştî Bizava Siyasîya Bakurê Kurdistan'ê bi bes ne di nav gengeşiyê da ye, heçkû sîstema seroktîyê bi giştî bona Tirkîyê û taybetî bona bakurê Kurdistan'ê gellek girîng e.

Li vira min divê ez ameje bi girîngîyekê din jî bikim; bêşik, ya girîng demokrasî ye, ango eger demokrasî nebe sîstema seroktîyê an parlementerî, her kîjan be jî, pirsgirêk çareser nabin, berevacî dê di nav sîyasetek xerab da her xwe dubare bike û biryar û kiryarên nedemokratîk û tûndî dê serdet bin.

Mînak, ne dûr e, Tirkîye'ya îro ye.  

Bi giştî sîstema seroktîyê û bêşik rapirsîna guhertinê, eger dewrûberên siyasîyên bakurê Kurdistan'ê bi heman zimanê biaxifin, yekrêzîya xwe pêkbînin, guman tine ye ku destê Bizava Sîyasîya Bakurê Kurdistan'ê dê xurtir bibe.

Divê em jibîr nekin, ku mifteya hêzbûn û rolek sereke hevkarî ye, eger ev nebe serketina cîbicî kirina biryarên siyasî nabe, encamên li bendê rû nadin.

Bi bawerîya min, sîstema seroktîyê hêj guncan e bona çereserkirina pirsgirêkên civakî, aborî û neteweyî, lê dive bi rastî demokrasî be û rêz li rêgezên hiqûka gerdûnî bêt girtin.

Bingeha vê jî federalî ye, sîstema seroktîyê eger ne federalî be pir pêkan e, ku veguheze sîstemek totalîter, heta rêveberîyek faşîst.

Bi salan e sîstema parlementerî têt ceribandin û hat dîtin, ku guncan nîne bona çareserkirina pirsgirêkan, ji tirsa bakurê Kurdistan'ê li Tirkîyê demokrasîyek tam cîbicî nebû, hersê hêzên bingehînên demokrasî ku em hêzên rêveber, zagonçêker û dadwerî dizanin, ji hev ne cûda ne û taybetî, tixûbên hêza rêveber û zagonçêker ne beloq in, di parlementê da her kîjan partî xwedî piranîya kursîyan be her tişt bi ya dibe.

Çima li dewletên federalî demokrasî tam karê xwe dike, eger rêveber bixwazin bi şêwekî ne demokratîk kar bikin, gellek asteng derdikevin pêş, ji ber ku sîstem weha hatiye damezrandin û sazîbûn weha hatiye cîbicî kirin.

Gelo eger sîstema ku AKPê dixwaze û MHPê piştevaniyê dike, ne federalî be û herweha ne demokratîk be, çi heyf e ku weha ye, ji ber ku eger sîstem li ser zagonên îro rûne ev nabe demokratîk, berevacî dê ji îro xerabtir bibe, pirgirêk dê pirtir û hêj girîftir bibin.

Di pêşnîyarîya herdu partîyan da hêvîya federalîyê û demokrasiyî naxuye, ligel vê rastiyê, Bizava Siyasîya Bakurê Kurdistan'ê pêwîstî bi kîjan helwest û biryarê heye?

Çar vebijark hene li ber me, boykota sindoqan, dengê NA, çûyîna ser sindoqan lê avêtina dengê nederbasdar, dengê BELÊ.

Ji îro va divê Bizava Sîyasîya Bakurê Kurdistan'ê bikeve nav gengeşîyek fireh û nêzikî rapirsînê helwesta xwe aşkere bike.

Lê divê rayagiştîya Tirkîyê zanibe ku Kurd daxwaza sîstemek demokratîk û taybetî federalîyê dikin, bona sîstema federalî amede ne ku dengê BELÊ bi kar bînin û herweha sedemên vê vebêje.

Ligel her dibetiyê jî, guhertina pêgehê (statû) sîyasî girîng e, ji ber ku pêgeh li dijî mafên neteweya Kurd hatiye damezrandin.   

22.10.2106/Semsûr

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin