Ji HUDA-PARê li ser 'sonda parlamentoyê' daxuyaniyeke nû

.

Sekreterê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Şehzade Demîr got “Di derbarê sondê de ti pirsgirêk an jî nerînên me yên cuda nînin. Em jî dê wek her kesî biçin û sonda xwe bixwin û li navenda siyasetê cihê xwe di parlamentoyê de digirin.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Şehzade Demîr di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji lîsteya AK Partiyê wek Parlamenterê Dîlokê hatibû hilbijartin di bernameya ku ji aliyê Serokatiya parêzgehê ya HUDA PARê ve li Mala Mamosteyan a Mêrdînê hat lidarxistin de bi rojnamegeran re hatin cem hev.

Demîr diyar kir ku Mêrdîn bajarekî mînak e ku pirçand û pêkhateyên cuda bi hev re di nava aştiyê de dijîn û bal kişand ser girîngiya pêşxistina vê têgihîştin û belavkirina wê li tevahiya Tirkiyeyê.

Demîr anî ziman ku ew li pêvajoya avakirina siberoja Tirkiyeyê dinêrin û tevdigerin û wiha got:

“Dema ku mijar dibe siberoja Tirkiyê, HUDA PARê ji bo siberoja welêt, dabînkirina yekîtî û bihevrebûnê her tim erka ku ketiye ser milê wê bicih aniye. Ji bo çend parlamenter an jî bikevin parlamentoyê me vê biryarê wernegirt. Ji bo ku welat radestî destên ewle bibe me însiyatîfek girtiye.”

“Hewl didin bi zanebûn krîz û kaosê çêbikin”

 Demîr diyar kir ku ji aliyê metna sonda parlamenteriyê ve tu pirsgirêkeke wan nîne û dibêje “Hewl didin bi zanebûn krîz û kaosê çêbikin. Meseleya vê sondê jî ev e. Di derbarê sondê de ti pirsgirêk an jî nerînên me yên cuda nînin. Em jî dê wek her kesî biçin û sonda xwe bixwin û li navenda siyasetê cihê xwe di parlamentoyê de digirin.”

RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Suhbeta Emîn Narozî li Kitêbxaneya Kurdî
Koreya Başûr û Japonyayê ragihand ku Koreya Bakur mûşekên balîstîk berdane
Efrîn: Vegera kurdan berdewam e, lê malên wan talanbûyî ne
HSD dana postekê serbazî bi Ebû Hatem Şeqra red dike
Sûriye û Îsraîl li Ewropayê hevdîtinên veşarî pêk tînin