Yekemîn haleta tûşbûna koronayê li Tirkîyê

Yekemîn haleta tûşbûna koronayê li Tirkîyê

Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettin Koca ragihand, ku encama testa welatîyekî wî welatî yê gumanbarê vîrûsa koronaya nû (Covid-19), pozîtîf derket.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettin Koca derbarê kesê ku vîrûsa koronayê de bûye daxuyanî da û ragihand ku ew kes di encama tekîlîyên kesên bi Ewropî re tûşî vîrûsa koronayê bûye.

Fahretin Koca ragihand, ku duh Sêşemê 10 Adarê cara ewil li Tirkîyê haleta tûşbûna vîrûsa koronayê hate tomarkirin û got ku ew kesê tûşî vîrûsê bûye zilame e, û ew niha di bin çavdêrîyeke tûnde ye û herwiha temamê malbata wî û kesên derdora wî yên nêzîk di bin çavdêrîyê de ne.

Koca ji welatîyên Tirkîyê xwest ku ne mecbûrî be ew dernekevin dervey welat û her kes pabendê rênimayên xweparastina ji vîrûsa koronayê bin.

Bi gotina Koca, wan ji vîrûsa koronayê re, pêştir hemû amadekarî û bergirîyên pêwîst pêkanîne û  wezareta tendirustîya wî welatî bi hemû yekîneyên xwe plana têkoşîna xwe ya dijî koronavîrusê danîye.

Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê herwiha got: "Vîrûsa koronayê, ji tedbîrên ku em dê bistînin bihêztir nîne. Nexweşek bi tenê nabe sedema metirsîya giştî. Nexweşekî di bin kerantînayê de ji bo civakê nab gef.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin