Trump: Heftîyek dijwar li pêş Amerîkîyane

Trump: Heftîyek dijwar li pêş Amerîkîyane

Li Amerîka di rojekê de zêdetir ji 1200 kesî bi vîrusa Korona canê xwe ji dest dan. Serokê wî welatî jî dibêje: “Ev hefte dê dijwar be û dê gelek bimirin”.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor amarên zanîngeha Johns Hopkins heta niha li Amerîka 337 hezar û 72 kes bi vîrusa Korona ketine û 9 hezar û 633 kesan jî canê xwe jidest dane.

Di vê derbarê Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, welatê wî derbasî “qonaxeke metirsîdar” dibe û hejmara qurbanîyan zêde ye û ev hefte bi “Hefteya her dijwar” bi nav kir û got: “Dê gelek kes bimirin”.

Trump ji Şaneya Krîzê a Amerîkî re ragihand, ew razî bûye rewşa awarte li 50 ji 52 wîlateyên Amerîkî bê ragihandin.

Serokê Amerîka got jî, belavbûna vîrusa Korona li New Yorkê nişkivayî û ne çaverêkirî kiribû.

Ev rewşa li Amerîka di demekê de, duhî li Çînê tenê 38 pêketîyên nû bi vîrusa Korona hatîye tomarkirin û pêketîyekî jî canê xwe jidest daye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin