Zulfî Yoldaş ê Dîyarbekirî 100 hezar erbane çêkirîye

Di nav 30 salan de ji 100 hezarî zêdetir erbane çêkirîye; nav û dengê erbaneyên wî heta Çînê çûye; mişterîyên wî li Çînê jî hene, li Almanyayê li Hollandayê û li Swêdê jî.

Hozanê gelerî Zulfî Yoldaş ê Dîyarbekirî di nav 30 salan de ji 100 hezarî zêdetir erbane çêkirîye; nav û dengê erbaneyên wî heta Çînê çûye; mişterîyên wî li Çînê jî hene, li Almanyayê li Hollandayê û li Swêdê jî.

Li gora ku wî ji IHAyê re gotîye; li gel çêkirina erbaneyan ew hozanê gel e, li tembûrê dixe, bestekar û şaîr e; 30 kitebên wî yê şiîran heye

Zulfî Yoldaş di warî çîroka xwe ya çêkirina erbaneyan de dibêje; ”Berê 30 salan extîyarek bi erbana xwe ket hundirê dikana min û got; Sofî Huseyîn mirîye û ez nizanim ez ê ev erbana xwe çawa temîr bikim.

Min jê re got bide, ezê çêkim. Hema min çermê erbana wî xist nav avê, bi şîrêzê çemberê wê ve zeliqand û bi bizmaran kuta û çêbû.”

Piştre navê Zulfî belav dibe, ji kê re erbane lazim bûye, hatiye cem wî. Ji wê demê heta îro ew bi karî erbanê mijûl e û li herêmê, vî karî ew tenê dike.

Hozanê gelerî Zulfî Yoldaş ê 65 salî li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê di dikana xwe ya piçûk a di Pasaja Fewzî Çakmak de karê xwe dimeşîne. Piştî şerê xendekan û yasaxên li Sûrê ew 4 meh ji dikana xwe dûr ketîye.

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")