Zozanî: Heşda Şeibî û PKK nahêlin rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin

Çavdêrê Siyasî Îdrîs Zozanî li ser hebûna Heşda Şeibî û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li devera Şingalê û cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê axivî. 

Çavdêrê Siyasî Îdrîs Zozanî li ser hebûna Heşda Şeibî û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li devera Şingalê û cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê diyar kir; Heşda Şeibî û PKK bûne rêgir li pêşiya vê rêkeftinê û nahêlin ev rêkeftin ser bigre.

Îdrîs Zozanî ji bajarê Duhokê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser hebûna PKKê li Şingalê û rêkeftina asayîkirina Şingalê, bersiv da pirsên Jivan Abid.

Zozanî destnîşan kir ku rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê baştirîn alî ye ku Şingal aram bibe, rewşa Şingalê weke berê bibe, xelkê Şingalê vegere cih û warê xwe.

Îdrîs Zozanî diyar kir: “Mixabin bûye demek Heşda Şeibî û PKK bûne rêgir li pêşiya vê rêkeftinê, nahêlin ev rêkeftin ser bigre. Îro jî li Şingalê prostetoya vê rêkeftinê dikin, derdikevin cadeyan û vê rêkeftinê protesto dikin û qebûl nakin ev rêkeftin bê cîbicîkirin.”

Çavdêrê Siyasî Îdrîs Zozanî dibêje: “Bêguman ajendayên wan ên siyasî yên taybet hene, destekî li pişt wan e jî. Loma nahêlin ev rêkeftin ser bigre li Şingalê.”

Zozanî balê dikşîne ser wê yekê ku rêya herî baş ji bo xelkê Şingalê ku zêdetirî %85ê wan li nav kampan dijîn, ev rêkeftin were cîbicîkirin û xelkê Şingalê vegerin cih û warê xwe.

Ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, di 9ê Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de rêkeftin hat îmzekirin, li gor rêkeftinê; divê hemû hêz û komên çekdar ji devera Şingalê derkevin.

K24

Kurdistan Haberleri

HRW: Komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê binpêkirinên xwe didomînin
Trump ji Şer xwest berpirsiyariya girtîgehên ku DAIŞî di wan de ne ji HSDyê wergire
Gelo Kurdistan dê li Îraqê bibe rêbera şoreşa teknolojiyê?
Hejmara nû ya Psychology Kurdiyê derket
Şam û Rojava ji bo sererastkirina Destûrê danûstandinê dikin