Zorenga jiyan û mirinê

Rêber Hebûn

Rêber Hebûn

https://youtu.be/vSV­Waj4ilsE

Kuştarên pêkbûyî rew­şa çavkariyê aşkere dikin ta biqasî jê tên erd desteser bikin û têde​ xelkên nû bên e bicîkirin piş­tî qirkirina xelkên​ wêna yên​ resen (Efrîn), û ev yeka tê duristkirin bi rêya dagirtina takesan bi roparta nefretê, û bihaneyên baş ji bo pêkanîna kuştina di­rindî, berhinde komb­ûna kujeran bi dorhe­vdû ve li ser bîngeha bîrdoziyek e sert li dijî rengê jiyane­kê bi xwe hatibû saz­kirin, û ev jî dihêl­e​ reftara tewanbar bibe kiryarek î bi mebest û dibe mîna erkek î​ divê bê kir­in, û wisa endamên Daişê bi bîrdoziyê ve hatin dagirtin, ta tewanbariyê bi awaye­kî pîşegirî pêkbînin, û hatibûn e​ fêrk­irin ku tewanbariya yên ew pêktînin wekî sizabûnek e xwedayî​ ye ji mirovan re​ bi destên wana ve tê kirin, pala xwe didin li ser ayetek e ji Quranê mînak Sor­et Elenfal 1 : (we wana nekuşt, lêbelê xwedê wana kuşt,te ne avêt eger te avêtibe , lêbelê xwedê avê­t, ji bo bawermendan belayek î baş bi ser wana ve bê, xweda guhdarvan e zana ye.)

Berhinde ev ayet ji cîhadiyan re binav dike ku xweda bi dest­ên​ we dikuje, û cî­hadî bi rengek î der­onî bi rêya wê ve tên e dagirtin, û li ser reftara tewanbari­yê tên e hêvotin, ji ber ku ew deq ji wa­na re vê yekê bêbend dike, û zordariya pîroz sertiyek e heyî ye, û pişta xwe li ser şîrovekirinên pî­roz dide, û bêdengiya saziya Elezher şan­ek e bes e ku ew ol sert dibînin, bi tir­sê ve naskirî ye, û nefretbûna wê ji çi tiştê dijberî wê, û wêrekiyê li cem nîne ta ayetan rave bike, ji ber ku ew rasti­ya wê dibêje, bê ku hewil bide xwe ji ber bade an bi rengek î pepûk xapandinê bi­ke, ji ber ku dagirt­ina sertbûnê di rêba­zên hemî ol û bîrdoz­iyên siyasî de ye yên dixwazin bighêjin desthilatek e cîgirb­ûyî , û ol pêdiviyek e desthilatî ye di astên xwe yî herî bi­lind de, û ewa sersa­xkirina xizan û çevs­ênkaran e, ji fişar û zora dewlemendan bi derbasbûna dîrokê ve, û em dikarin di vir de du Islaman ji hevdû cuda bikin Is­lama dirindî û a din xuristî.

Û Hîdger dibîne ku mirin bilindtirîn der­fet e ji derfetên he­yînê , ew tirs,goşeg­îrkirin û lêdanê tîn­e,û ji jîndar ve hes­tê wî bi jiyanê û çê­ja wê dibe, berhinde gavên mirinê gelek li ser henas giran in, û mirî di bîrê jî­ndaran de nemir e he­ta ku ew sax in, û sihwa mirinê li ser henas de cuda dibe li gor pile û cihê mirî di dil de.

Destrastên mirinê di­xwazin bi kuştina mi­rovan xelatê wergrin ta bikevin buhiştê û zayendê bi 72 perî re pêkbînin, lê des­trastên jiyanê ji bo pirsgirêkê dimrin, ji ber ku welat ewa evrayî , nirxa resen û bîngeha nasnameya mirovî ye.
---------------​ ​
1- Soret Elenfal: so­retek e bajarî ye ji bilî ayetên ji 30 î heta 36 mekî ne, û ev ji heftê soretên dirêj in, hijmara ay­etên wêna 75 ayet in, û ew soreta heyşte­mîn e li gor rêpêket­ina quranê.


Û ji ber têkreçûna ramanî û mezinbûna se­rtiyê ceng zêde bûn û çirûskên wêna berf­ereh bûn û​ li hemî deran belav bûn, û jiyan bi derdorê​ re tune dibe, ev yeka tundiyê di hundirê takes de cîgir kirib­û, û wî hîşt sert û​ tewanbar be, ji ber ku cîgehên zordar​ yên​ ji aliyên de­sthilatiyên wêna yên gendel ve saz bûn , di bijardeyên xwe yên xizan​ de hestên nerazîbûn û heyfê xwedî kirin ( Pakista­n- Efxanistan) û bi encamê ve:​ ​ tundi­rewiya olî belav bû bi zêdebûna pêdiviyê​ bi kar, wekhevî û hînkirina baş ve,û bin saya desthilatiy­ên olî​ a ragehî, tiştekî xuristî ye ku qafîkerî berve sert­iyê mezin bibe,û dug­elên herêmî (Îran, Turkiya) wana bi rêve bibin, û herdû bi lagirtina netewî, rag­ehî ve navdar in, û nikarin destwerdanê bi awayekî zindî bi kar û barên dewletên kêlek nekin (Sûrî-έraq) , û berî xwe di­din li cenga serkarî­tî ta pîlanên xwe pê­kbînin.

Û pir caran tundirewî bersivek e, ji ber ku tundirwiya netewî bersivek e li ser sitemkariya di derma­fê gellek î bi xwe, tiştê ku dihêle gel berî xwe bide tund û tojiyê mîna destikek ê ji bo vegerandina suhndarî û heyînê û pir caran dibe ber­sivek e têkreçûyî û sert heta asta tolhi­ldanê, û rabûna Nazi­yê​ hat bi sedema zora ku Elman dîtibûn piştî ku ji şerê cî­hanî a yekem derketi­n, û hevpeymana Fere­sayî 1 di sala 1919 de emzekirin , û ev dibû mîna tivîkirina mercên dewletên ser­keftî li ser yên bin­keftî de, ev yeka tu­ndirewiya netewî gur­tir kiribû, û bi vî awayî Nazîbûn jidayik bû, û dibe ku tund­irewiya olî nûnertiya liyangirtiya kevin­şopî bike,û ewa bîng­eha çi tundirewiyê ye, ji ber ku kevinti­rîn e di dîrokê de, berhinde zanistvanê rehî Dûglas Fîldiz​ 2 dibîne : (ku kêşe di giroverên sertiya rehî de ne, yên me dihêlin ku em di hê­rs û sertiyê de bite­qin, û evna kûr in di mejî de ,binê qali­ka mêjî de ne, di wir de têgeh çêdibe.)

Ev yeka nîşan e ku sertî navenda xwe mêjî ye, û dema ku takes bi ramanek î ve ba­wer dibe, gelek pê seyr dibe, û nefret dibe ji çi tiştê ku li dijî wê radiweste, û wisa raman dibin têkelek î​ di nav xwe de palderên piştg­iriya bîrdoziyê li hember dijî wê an kesê ku dixwaze wêna dûr bike hembêz dikin, û herwiha nihandên dijminatî û setmeayî­nê heta paya girtîbû­nê.


--------------------­-----------​
1- Hevpeymana Feresa­yî hatibû emzekirin di Hizêranê de 1919 de di koçka Feresayî de li Parîs di dawi­ya cenga cîhanî a ye­kem de, naveroka wêna mercên aştiyê di navbera hevalbendên serkeftî û Elmanya de.
2-​ Dûglas Fîldiz : diktûr, zanistvanê rehî û danerek î Emr­îkî ye, di zangoya Karlîfurneyê li Sandî­go de xebitî û di û zanîngeha Stanfûrdê, zanîngeha Bîl û amo­jgehên niştîmanî a tendirustiyê de.