Zizekî li Zanîngeha Kobaniyê ders daye

.

Sosyolog Slavoj Zizekî gotiye, “Kurdan bi civakeke entelektuel re utopyayek ava kirine ku di pratîkê de heye û ne tenê bûn sembola berxwedanê her weha bûn ya avakirina sîstemeke nû jî.”

Sosyolog Slavoj Zizekî duh bi navê “Gelo di roja me de demokrasî hîn tercîheke?” li Zanîngeha Kobaniyê dersek daye. Zanîngeha Kobaniyê di sala 2017an de vebûbû.

Dersa online duh li gorî saeta Rojavayê saet di 20.00ê de destpê kiriye û li ser hesabên medyaya civakî yên zanîngehê  weşandine.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyyaê Zizekî di dersê de wiha gotiye:

 “Kurdan bi civakeke entelektuel re utopyayek ava kirine ku di pratîkê de heye û ne tenê bûn sembola berxwedanê her weha bûn ya avakirina sîstemek nû jî.

“Ji bilî hin îstisnayên weke we kurdan mirovahî her diçe bêhtir parçe dibe û êdî demokrasiya lîberal jî nîne. Wezîfeya şoreşekê ne tenê nûnertiya mirovan e, di heman demê de divê ferq bike bê ka mirov çi dixwazin.

“Li şûna em hewl bidin tiştê li vir baştir kar bike, divê em kar bikin ku cîhaneke baştir ava bikin. Îdeolojî ne sîstemeke nirxan a razbet e. Îdeolojî di nava pratîkên we yên rojane de hatiye bicihkirin. Çawa ku em dizewicin, çawa ku em dixwin, çawa ku em hez dikin, ev îdeolojî ye.

“Ji bo demokrasiya lîberal peymaneke civakî ya bingehîn hewce dike. Weke ku Hegelî nîşan daye, tiştekî diyar, kevneşopiyên rojane. Tiştê ku civakê bi hev ve girêdede ev e. Rêzik, lê rêzikên nenivîskî. Tişta ku îro ji ber hev dikeve aha ev e û tişta ku dibe sedema krîzan jî ev e.

“Dema amerikiyan terka we kir, gelo tê bîra we antî-emperyalîstan we ji ber xebata bi amerîkaniyan re tawanbar kir? Ev dereweke bingehîn e ku di rewşa we de berbiçav bûye. Rastiyeke bingehîn, nayê wê wateyê ku divê herkes ji bo vê xwe feda bike.  

“Dersa bingehîn a Marksîzmê ya ku we kurdan berbiçav kir ev bû: Li welatekî ku zilm lê hebe rastî ne bêalî ye. Hûn dikarin rastiyê bi tenê li gorî sekna kesên herî radîkal, yên herî bindest formule bikin.

“Demokrasî divê bi awayekî radîkal û ji nû ve were sazkirin. Em ê vê ji we hîn bibin. Divê em careke din bifikirin bê ka qesta we ya ji demokrasiyê çi ye.”

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan