Ziyaretgeheke qedîm ya êzîdiyan li devera Şêxanê hat dîtin

Vekolerê êzîdî Dawid Murad Xetarî got, li nahiya Etroşê ya Şêxanê nîşan û bermahiyên ziyareteka êzîdiyan ya bi navê Kaniya Spî hat dîtin.

Vekoler Xetarî  ji BasNewsê re got, cihê wê ziyaretgehê 3 km dûrî navenda nahiya Etroşê ye û cihekî qedîm e.

Wî vekolerê êzîdî da zanîn, li gorî vekolînan ziyaretgeha Kaniya Spî heta sala 1963 cihê dua û nimêjên êzîdiyan bûye lê piştî ku wêran bûye êdî ti kes neçûye wir.

Dawid Murad Xetarî daxwaz ji hikûmetê kir wê ziyaretgehê û ziyaretgehên din yên êzîdiyan yên ku wêran bûne, bên nûjenkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin