Siddiq Bozarslan
Ez dixwazim bi çend gotinên Şahap Eraslan ku di dawîya makaleya xwe ya dirêj da nivîsîye, despêkim. Şahap Beg, berîya Cunta 1980yî ji Turkîyê çûye Almanya û li Zaningeha Teknikê ya Berlinê Beşa Psikolojiyê xwendîye û paşê li Zaningeha Humbold Beşa Etnolojî xwendîye û perwerdeya hipnoz klinikê tevav kirîye û li Berlinê wek psikoterapist kar dike. Ew di dûwayîya nivîsara xwe da weha dibêje:
”… Mirov, hebûnek e ku fedî dike. Tazîtî, dide fedîkirinê… Qedexekirin û mudaxeleya ku jibo sitranên kurdî hatibûn kirin. Bi rûbirûbûnê tazîtîyê yê mirov, vê rastîyê dibîne… Û di rewşeke weha da mirov dixebite ku derên xwe yên fedîkirinê veşêre. Eybên me hew qas pir in ku! Di rewşeke weha da du dest têrî nakin jibo nuxaftinê. Hûn dixwazin ku deh destên we hebin, sed destên we hebin. Di rewşeke weha da tenê dest têrê nakin ku cîyê fedîkirinê yên mirovî veşêre… Fedîkirina eybên qedexe û dijminatîyê çawa dê were veşartin?” (Jibo balkişandinê min hin deran reş kirîye, Şahap Eraslan: Türkçenin fail dili haline gelmesi üzerine / Artı Gerçek
”Jibo cezayirîyek zimanê fransî, ´zimanê faîl´e, ji ber ku ew zimanê ku pê zulman dikin, e. Ji kurdan ra jî kurdî, bi tirkî hatîye qedexekirin. Bi vî awayî tirkî, ´zimanê faîl´ e.
”Naskirina bi ziman ra, cara ewil di zikê dayîkê da çêdibe. Dengên ewilîn li cîhanê, di dema ducanîya (hemîlelik) dayîkê da ku di ”welatê kultûrê” da dijî, yanî zimanê ku dayîk dipeyîve, tê bihîstin. Dengê dayîkê, melodîya di dengê wê da, rîtma (ahenga) peyîvînê, tona (pîvanek) dengê… Jibo pitika / ê / zarûk / bebik di zikê dayîkê da, dayîk ne ´kesek´ e, tenê dengekê muxlak e. Yanî objeya / bîreser (dayîk) pêşîn jibo însanek, deng e, tiniyek e û ev deng û tinî, di zimanek da ye (jibo tirkan tirkî û jibo almanan almanî ye). Mecbûrkirina ”Zimanê xwe ji bîrbikin, tirkî hîn bibin”, ew jibo însanek ku di zikê dayîkê da ye, midaxeleyek e. Bebika ku di zikê dayîkê da ye, bi awayeke muxlaq wan axiftinan dibihîse û bi zimanêdayîkê ra nasîn, di zikê dayîkê da despêdike. Bebika ku hatîye dinyayê, bi wê dengê ku di zikê dayîka xwe da naskiribû, hêsa dibe.
”Dengê naskirî yê berîya zayînê dibe alîkar ku hestê bawerîkirinê yê esasî çêbe. Hestê Bawerîyê yê Bingehî / Temel Güven Duygusu (Urvertrauen), hevokek e ku Erik H. Erikson derxistîye meydanê. Bebik, di zikê dayîkê da di nava avê da dijî û hemî hewcedarîyên wê ji alîyê dayîkê ve bi rîya navikê ve tê bicîanîn. Bebik, bi nefessitandina xwe ya ewil ve dest bi jîyana dinyayê dike. Ev zayîn jibo bebikê, rewşeke zehmet e ku her tişt nû ye. Ji avê derketîye û li rûyê erdê, li derekê bejî dest bi jîyanê dike.
”Her weha her tişt nû ye, ewil û bîyanî ye. Sitandina nefesê, xwarin, vexwarin û gûkirin / mîzkirin… Van ”ewil”an û piştî zayîna bi zehmet ku mercên ku di nav da çêbûye, di pitikê da rehê tirsê çêbûye ku ew hê wê nizanibûye. Erikson dibêje, hembêzkirina pitikê ji alîyê dayîkê ve (nêzîkî germayîya di zikê dayîkê da germayîyek dide pitikê. Ev hembêzkirin, lefandin, germayîya ewil e jibo danustandinê. Ew dengê dayîkê yê naskirî jî digel wê germayîyê dibe. Germayîya zimanê dayîkê, di wan lefandinan da, di wan hembêzkirinan da, di wan hezkirinan da çêdibe û di hafizayê da tê kolandin), bi hembêzkirinê (zarûk di hêmbêzkirinê da lêdanên dilê dayîkê dibihîze ku di zikê dayîkê da bihîstibû û ev ji wê ra pir naskirî tê) û bi dengkirinê (dengê pir naskirî ye ku di zikê dayîkê da bihîstibû) û pêdivîyên pitikê hatine şûnê da ku netirse, hestên ku pitik di nava ewleyîyê da ye, dide pê. Hestên ewleyîya li dinyayê di pitikê da çêdibe ku (jibo pitikê dinya, dayîk e). Yanî bîrubawerîya ewleyîya dinyayê, bi dengê dayîkê despêdike.
”Hêlîna zimên, zikê dayîkê ye û dibistan / mekteba despêkê jî hembêza dayîkê ye, nihêrtina bi dayîkê ra wek bikaranîna ayneyê ye û pitik bi fonksiyona wê ayneyê naskirina xwe jî di heman demê da bi cîdike. Zimanêdayîkê têkelê temaskirinê û nihêrtinan dibe. Dema pitik têkilîyeke hîsî bi dayîkê ra çêdike, bi ziman jî têkilîyeke hestên kûrayîyê avadike. Hewildanên dayîkê û dema pê ra diaxife, pitik bi rîya rîtma ku bi zimên ra çêbûye, dinase. Zimên, dayîkê û zimanêdayîkê, dema dayîk pê ra diaxife, bi rîya hezkirina germayîyê hezdike. Her pitikek, bi rîya / rêya wê awayî rewşa dayîkê û zimanêdayîkê dibe ew. Tiştên ku em dibêjin ”ez” û ”ew”, binavkirina dayîkê çêdibe.
Pitikek / zarûkek dema birçî dibe, digirî bê ku di zanîna birçîbûnê da ye, tenê ew bêkêf e. Ji ber ku ew sînyalên mîdeya xwe ya birçîbûnê nedaye zanîn, ew bêkêf e. Bi girînê, pitikê bêkêfîya xwe daye zanîn. Vaye dayîk dema xwe nîzîkê pitikê dike ”oy keça min, oy kurê min, birçî bûye?” dibêje û bi wî awayî hest û rewşa pitikê dide zanîn û navkirin û bi hewildanên xwe dike hedef ku pitik wê nas bike. Dema pitik ji xew şîyar dibe, ji ber ku rewşa şîyarbûnê nizane, ew dikeve nav hestê ecêbmayînê. Dayîk ji pitikê ra ”Gelo rinda min şîyar bûye?” dibêje û wê rewşa ecêbmayînê ji holê radike. Alman bi zimanê xwe, kurd jî bi zimanê xwe wê pêktînin. Yanî her mirov bi mirovî ra, bi dinyayê ra, heta xwe bi xwe ra bi zimanê dayîka xwe pêşwazî dike.
”Her weha pitik / zarûk, sistema ”ez” û ”xwexweyî” diafirîne. Her weha qedexekirina vî zimanî ew e ku jêkirina rezên wî / wê mirovî bi dayîka xwe ra, bi kultûra xwe ra, bi dinyayê ra. Mirovên ku şola wan a bingehî jibo xwebawerkirinê heye, ew paranoyak, şuphekar û bi derdora xwe ra bi dijminatî tevdigerin. Êrîşkirina zimanêdayîkê, êrîşkirina wan hestên xwebawerkirinê yên bingehîn e û yên şola wan a hestên xwebawerkirinê heye, çarçoveyeka wê ya patolojik jî pêwist e li ber çav were girtin. Divê dewlet bizanibe ku jibo hin mafan, heqê wan tune ye û heta qeweta wan jî tunebe jibo wê têgihiştinê. Êrîşkirin bo zimanêdayîkê, tenî teda û zulmê diafirîne. Belam bi zimên mirov xwe diparêze… Êrîşkirin bo zimên, êrîşkirina dayîkê ye, êrîşkirina hestên esasî yên xwebawerkirinê ye, êrîşkirina esasî ya mirovî ye. Êrîşkirin bo zimên, sûceke herî mezin ê mirovanîyê ye û yê êrîşî zimên dike, sûcdar e, faîl e.
”Êrîşkirina bo zimanê dayîkê, ne şoleke ji rêzê ye. Ew li dervayê sînorên zimanê resmî disekine ku mebesta gengeşeyan e. Zimanêdayîkê, lorîyên dayîkê ne. Zimanêdayîkê, duayên dayîkê ne. Zimanêdayîkê, li dijî teda û zulmê, nifir in. Di hêrsbûyînê da çîrkirin in û di şayîyan da jî gotinên herî germ ên xoşevîstîyê ne û jibo bextgirtinê li muqabilê stêrka ku dayîk jê hêvîyê dike û digire, ye. Di xewê da û xeyalan da daxwazên hêvîkirinê ne zimanêdayîkê. Hestên xweşîtîyê ne di şahîyê da û di têkçûnê da mirin e, zimanêdayîkê.
”Di Psikanalizê da jibo babeta nehînbûna / hînnekirina zimanêdayîkê dîtineke balkişandinê ya sembolik heye: psikanalist û zanyara ilmê edebîyatê Julia Kristeva ya esilbulgar dibêje ku di hînbûna zimanekî bîyanî da ”qetilkirina dayîkê” heye. Nivîskar Emine Sevgi Özdamar jî, di derbarê hînbûna zimên da tespîteke balkêş çêkirîye: ”Di zimanê duyemîn (zimanê bav) da ku tê hînkirin, ”zarûkatî tê da tune” dibêje. Di zimanê ku jibo perwerdeyê em hîn dibin, zimanê ku di dibistanê / mektebê da tê hînkirin da zarûkatî û hestên zarûkatîyê nînin. Jibo zarûkeke tirk bi navkirina ”dayê” (anne), bi hestyarî di temeneke biçûk da bi tecrûbeyan û qewimînan hîn dibe. Paşê ku bi almanî gotina ”Mutter” hîn dibe, ku tê maneya dayîkê, lê di çarçoveyeka dî da dema were mêzekirin, hestên xizanîyê çêdibe, ji ber ku ew gotin bi tunebûna tecrûbe û hestên zarûkatîyê peyda dibe. Eger hûn di warê teknikî da gotinan hîn bibin, di gotinan da hestên kûrayî bi sînor in… Di tirkîya ku zarûkên kurd di dibistanê da hîn dibin, tecrûbeyên hestên zarûkatîyê nînin. Di tirkîya zarûkê kurd da, pitikî û zarûkatî tune. Gotinên ku di pitikîyê û zarûkatîyê da nehatine jîyandin… Ez hêvî dikim ku hûn van nivîsarên min jibo hînbûnê bicerbînin (bi taybetî jî jibo psikanalistan / terapistan).
”Geşbûyîn, di maneya psikoanalitik da wekhevîkirinek, hestên aîdê dê û bavan, hewildanên wan, daxilkirinên me yên zanîn û dersînorêzanînê, di heman wextê da em li xwe zêdebikin. Dê û bavekî ku hatine kedîkirin / asimile bûne, kultûra xwe bêqîmet dibînin û nêzîkayî jibo kultûreke dî dikin (carna bizorê). Eger em di warê zarûkan da binêrin, zarûk jî xwe wek dayîkê dibîne ku ew kultûra ku wê asimile kirîye, kultûra wê û zimanê wê biçûk dîtîye û kultûra ku jibo wê asimile bûye, biqîmet û hêja dibîne. Bêbawerîkirina ku di nasnama me ya kultûrê da heye, dikare piçek jî bi vê babetê ra girêdayî be.
”Dê û bavên me yên asimilebûyî negatif (neyênî), me alîyên wan ên xwebiçûkdîtinê jî daxil kir û kir parçeyeke dersînorêzanîna xwe. Ger em lihevhatinê bi yekalî jî bifikirin, di esasê xwe da ew dualî ye. Yên hindikayî dema gafavêtinê jibo kultûra serdest dixebite, piranî jî xwe diguherîne jibo lihevhatinê amade bibe. Di lihevkirinê da jî eger alîyek tenê jibo alîyê dî xwe amade dike, alîyê ku qebûl kirîye, li gora hiyerarşiya zimên / kultûrê, xwe li jêr û qels hîsdike. Ji ber ku van peyvên min di sewîyeya zanînê da nîne, em ferqa sîya nasnameya xwe ya neteweyî û kultûrî jî nabînin. Windabûna zimanan, di nava nifşên /neslên nû da dikare bizivire jibo bêbawerîya nasnameyê. Dibe ku pêwistîya hewildanên esiltatar, laz û gurcî ku her roj xwe jibo îspatkirina tirkbûnê dikin, ji ber wê be.
Dewlet û dezgahên wê û xelk / gel jî du zimanan, tirkî û kurdî di dereceya wekhevîyê da nabînin. Ev di maneya biçûkdîtina ziman û kultûrê da ye. Yanî li cîhanê zimanên birûmet û bêrûmet hene. Vaye yên ku xwe ecibandine û hêza hiyerarşiyê di destê xwe da civandine wê çêkirine. Dema zarûkek kurd diçe mektebê / dibistanê, rûbirûyê vê sistema biçûkdîtinê ra dimîne. Hiyerarşiya zimanan heye û kurdî di vê hiyerarşiyê da bêrûmet e, heta zimanekî bi zirar e. Zarukeke şeş salî ku biçûkdîtin û bêrûmetîya zimanê xwe di wê sistemê da dijî.. Hemam sistem behsa bawerîya xwebixwetîyên zarûkan dike ku li mekteban ew çêdibin. Lê eynî sistem zimanek û dayîka wî zimanî bêrûmet nîşan dide. Di sistemeke weha da dê çawa hestên zarûkan ên xwebixwetîyê biafirîne?..
Vaye, yên ku destûr nadin jibo kesên dî jî ku bikaribin bi zimanên xwe şayîyên xwe çêkin û van qedexekirinan hemî bi tirkî dibin, yanî bi tirkî kurdî qedexe dikin. Loma tirkî, dibe zimanê faîl jibo qedexekirinê. Yanî zimanê fail, êrîşkarê wan ên pozitif e. Mirov, şabûn û dawet çêdikin. Qedexekirin û astengkirin, bi tirkî ye. Û dewlet û tirkan, Rûyê xwe yên nejadperestîyê nîşan didin ku dijminê mirovan in… Zimanê fail…Julia Kristeva ya Psikanalist, di nivîsareka xwe da nivîsîbû ku di hînbûna her zimanekî da, qetilkirina dayîkek heye. Wek sembolek qedexekirina zimanêdayîkê, qetilkirina dayîkê ye.
Tesîra zulmek çawa zêde dibe? Dawet û şayîya mirovan heye. Ew hemî kêfxweş in. Hewildanên şayîyan, hestên piranîya mirovan ên pozitif zêde ne. Stranek dibêjin. Hemî digel hev bi dengên bilind disitirin… Di carek da mirov dixwaze beşdarîya nava wan bike û bi hestên xwe yên şayîyê bikeve govendê û delîlo bilîze, mendîla xwe bihejîne. Digel çek û kelepçeyan polês êrîşê nava girseya mirovan dikin… Biçûkdîtina wan, şokkirina wan.. Ewana hemî bi tirkî dijîn. Di medya civatî da ciwanê ku piçek berê ji hezkirîyê xwe ra şiîra Nazim (Hikmet) bi zimanê wî xwendibû, tê tewqîfkirin. Bi vî awayî tirkî tê qirêkirin.
Tu / çu zimanek xirab, pîs, bêqîmet nîne. Lê hin zimanan, ên wan zimanan diaxifin, wan qirêj dikin. Mirovê ku bi zimanê xwe (tirkî), jibo zimanekî dî (kurdî) êrîş dike / dijminatî dike. Ji almanek ra bi almanî, ji kurdek ra bi kurdî. Û jibo min bi tirkî, serketinek e, evîndarîyek e… Ji ber van sedeman e ku qirêjkirina wê, mirov gelek diêşîne. Dijminatî, hêrsbûyîn, adeta mirov kor kirîye… Xwezîya di tevayîya mekteban da kurdî jî jibo tirkan dersa bijartî bihata hînkirin. Bila kes ji min ra çîroka ”Kes naçe, her kes dê ingilisî bixwaze” nebêje. Li vir mesele, qîmet dayîna rûmeta zimanekî ye.”